Li Sakaryayê dîmenên qada lê teqîn qewimî ji hewayê va hat kişandin

Di dîmenên ji hewayê va hatin kişandin da tê dîtin ku li qada teqîn pêk hatiye da çalên mezin çêbûne û piraniya avahiyan jî hilweşiyane.

Li Sakaryayê dîmenên qada lê teqîn qewimî ji hewayê va hat kişandin

 Li Hendeka navçeya Sakaryayê di fabrîkeya fişekên hewayî da teqîn pêk hatibû û zirar û ziyana li qadê qewimiye bi droneyê va ji hewayê hat kişandin.

Li qada şewitî piştî temirandina agir seranserê şevê xebatên sarkirinê dewam kir. Serê sibehê ekîbên AFADê jî tevlî seyên lêgerîn û xilaskirinê hatin qada ku makîneyên kar û ekîbên agirkujiyê enqaz radikirin.

Zirar û ziyana gihîştibû wê qada biçûk mezin ku bi qasî 21 avahî lê û teqîn pêk hat bi tava sibehê ra baştir xuya kir.

Di dîmenên ji hewayê va hatin kişandin da tê dîtin ku li qada teqîn pêk hatiye da çalên mezin çêbûne û piraniya avahiyan jî hilweşiyane.

Li qada şewat û teqîn qewimî da hê jî du radibe û ekîbên agirkujiyê xopanm sar dikin û makîneyên kar jî radikin.

Li Yukariçaliya ser Hendeka navçeya Sakaryayê li qada 15 donimî ya li serê fabrîkeya fişekên hewayî hebû duh di saet 11.15an da teqîn pêk hat û ji 50 kîlometre dûrî bûyerê jî dengê teqînan hat bihîstin. Hat ragihandin ku di teqînê da 4 kes mirin, 114 kes birîndar bûn û 3 kes jî winda ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE