Li Sancaktapeyê tupa malekê teqiya

Li Sancaktapeyê li malekê tupa biçûk teqiya û di bûyerê da dîwarên malê xira bûn.

Li Sancaktapeyê tupa malekê teqiya

Li Sancaktepeya navçeya Stenbolê li malekê teqîn çêbû. 

Li gor agahiyên ku ji Navenda Komutaya Îtfaiyeyê hat hildan, li taxa Mevlana di qatê 5an yê avahiyekê da tupa biçûk teqiya. Ji ber teqînê dîwarên malê xira bûn.

Li ser bûyerê gelek tîmên tenduristiyê, agirkujî û polêsan sewqî herêmê kirin. Di bûyerê da kesekî li malê birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. 

Tîmên îtfaiyeyê ji ber tedbîrê hê li herêmê ne. Li ciyê bûyerê lêkolîna tîman didome.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE