Li Sancaktepeyê helîkoptereke eskerî ket

Di encama ketina helîkoptera eskerî da 4 esker şehîd bûn, eskerek jî birîdar bû.

Li Sancaktepeyê helîkoptereke eskerî ket

Li Sancaktepeya navçeya Stenbolê helîkoptereke eskerî ket xwarê û di encamê da 4 esker şehîd bûn, eskerek jî birîdar bû.

Li gorî agahiyê, li Sancaptepeyê helîkoptera eskerî li ser Kuçeya Firtina ya Kolana Topçularê li baniyê bînayeke 4 qartî qelibî û li ser kuçeyê ket xwarê.

Piştî ku xeber hat dayîn, ekîbên polês, îtfaiye û tenduristiyê sewqî ciyê bûyerê kirin.

Di encama ketina helîkopterê da 4 esker şehîd bûn, eskerek jî birîdar bû.

Bi ambulansê eskerê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Xebatên ekîbên ku hatin ciyê bûyerê, dewam dikin.

Polêsan li ser kolanê şerîda ewlekariyê danî û nahêlin welatî nêzîkî ciyê bûyerê bibin.

Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî der barê bûyerê da got: "Li Samandirayê firokeya me ya eskerî ya ji bo perwerdeyê difirî ji ber sedemeke nediyar ketiye. 4 şehîd û birîndarekî me heye."

Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê jî der barê firokeya ku li Sancaktepeyê ket û 4 esker şehîd bûn da lêpirsîn da destpêkirin.

- Wezîr Akar wê li Sancaktepeyê lêkolînê bike

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar wê li Sancaktepeya navçeya Stenbolê ya ku firokeya eskerî li wir ketibû, lêkolînê bike.

Akar ji ber Civîna 4emîn a Komîteya Stratejiya Bilind a Tirkiye-Qeterê li Stenbolê ye.

Wezîr Akar wê der barê firokeya ku li Sancaptepeyê li Kuçeya Firtinayê ya Kolana Topçularê li banê avahiyeke 4 qartî qelibûbû û li ketibû da ji rayedaran agahiyan hilde.

Di qezaya firokeyê da 4 esker şehîd bûbûn û eskerek jî birîdar bûbû.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2018, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE