Li Şanliurfa, Meletî, Adiyeman û Kilîsê ziyareta şehîdgehan

Li Şanliurfa, Meletî, Adiyeman û Kilîsê ziyareta şehîdgehan

Li Şanliurfa, Meletî, Adiyeman û Kilîsê endamên protokolê û malbatên şehîdan di roja yekemîn a Eyda Remezanê da li şehîdgehan dia kirin.

Waliyê Meletiyê Aydin Baruş, Şaredarê Bajarê Mezin Selahattin Gurkan, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Albayê Qidemdar Ercan Altin şehîdgeha li Goristana Bajêr a Yeşîltepeyê ziyaret kirin.

Baruş di ziyaretê da dia kir û eydaniya eqrebayên şehîdan kir.

Welatiyan jî li şehîdgehê li ber serê qebrê eqrebayên xwe Qur'ana Kerîm xwend û dia kirin.

- Adiyeman

Li Adiyemanê malbatên şehîdan di roja yekemîn a Eyda Remezanê da li şehîdgeh ziyaret kirin.

Eqrebayên şehîdan sibehê zû çûn şehîdgeha li Goristana Nû.

Malbatan kulîlkên li ser qebra eqrebayên xwe av dan, Qur'ana Kerîm xwendin û dia kirin.

- Kilîs

Li Kilîsê malbatên şehîdan di roja ewil a eydê da qebra eqrebayên xwe ziyaret kirin.

Malbat sibehê zû çûn ziyareta şehîdgeha li Goristana Esrî, kulîlk danîn ser merzelên eqrebayên xwe, Qur'ana Kerîm xwendin û dia kirin.

- Şanliurfa

Li Şanliurfayê jî eqrebayên şehîdan piştî nimêja eydê çûn ziyareta şehîdgehê, dia kirin, Qur'ana Kerîm xwendin. Welatiyên qebrên eqrebayên xwe ziyaret kirin jî darên li goristanê av dan, li dewrûbera goristanê paqijî kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE