Li Şanliurfa,Gaziantep,Malatya û Kahramanmaraşê kuçe û kolan vala man

Wezareta Karên Navxweyî ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldak jî di nav da bo 3 rojan derketina derva sînordar kir û li çar bajarên mezin hat dîtin ku çar alî vala ne.

Li Şanliurfa,Gaziantep,Malatya û Kahramanmaraşê kuçe û kolan vala man

Di çarçoveya tevdîrên hemberî vîrusa koronayê (Kovîd-19) da Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajarî derketina derva sînordar kir û li Şanliurfa, Gazîenteb, Kahramanmaraşê û Malatyaya ku di nav ban bajarî da cih digirin kuçe û kolan vala man.

Wezareta Karên Navxweyî ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldak jî di nav da bo 3 rojan derketina derva sînordar kir û li çar bajarên mezin hat dîtin ku çar alî vala ne.

Li Rihayê ji bilî wezîfedaran tu evdê Xwedê li derva xuya nekir û çûn û hatina wesayîtan jî nadîr bû. Cihên dîrokî û turîstîk ên li bajêr ku Gola Masiyan jî di nav da ye ji mirovan xalî bû.

MALATYA

Kuçe û kolan û meydanên Malatyayê jî di roja duyemîn a ku derketina derva hatiye sînordarkirin da vala man, ekîbên şaredariyê dor û bera ji mirovan xalî bûyî paqij kirin û wezîfedarên ewlehiyê jî li cihên kontrolê sihêtiyên xwe didomînin.

GAZIANTEP

Di roja duyemîn a sepandinê da kuçe û kolanên Gazîantepê û cih û warên dîrokî yên wek Kelha Gazîantepê vala man û polêsan jî li cihên disekinîn kesên derketine derva kontrol kirin.

 KAHRAMANMARAŞ

Li Kahramanmaraşê jî Kolana Trabzonê, Bûlwara Azerbeycanê, meydanên Îradeya Neteweyî, Demokrasî û Ataturkê ku cihên herî qelebalix ên bajêr in û tên zanîn jî vala man. 

Hêzên ewlehiyê li cihên kifşkirine sekna xwe didomînin û sihêtiya kesên derdikevin derva dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE