Li Şanliurfayê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 132 mal hildan bin karantînayê.
Li gor daxuyaniya walîtiyê testa Kovîd-19ê yên hin welatiyên li navenda bajêr û navçeyan dijîn pozîtîf derket.
Li ser vê Lijneya Hifzisiheyê ya Bajêr di çarçoveya têkoşîna dijî şewbê da biryarên nû hildan.
Di vê çarçoveyê da li Akçakaleyê malek, li Bîrecîkê 12, li Bozovayê 8, li Ceylanpinarê 4, li Eyyubiyeyê 16, li Haliliyeyê 20, Hîlwanê 7, Karakopruyê 43, Siverekê 2, Sirûcê 11 û Viranşehirê 8 bi tevahî 132 malan hildan bin karantînayê.
Ji aliyê din va li 74 malên li bajêr jî maweya karantînayê qediya.AA