Li Şanliurfayê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 17 avahî hildan bin karantînayê.
Li gor daxuyaniya walîtiyê testa Kovîd-19ê ya hin welatiyên li navenda bajêr û navçeyan dijîn pozîtîf derket.
Li ser vê Lijneya Hifzissihhayê ya Bajêr di çarçoveya têkoşîna dijî şewbê da biryarên nû hildan.
Di vê çarçoveyê da li Xelîliyeyê 8, li Eyyubiyeyê 3, li Karakopruyê 2, li Bîrecîkê 2, li Wêranşarê jî 2 avahî ji bo 14 rojan hildan bin karantînayê.
Ji aliyê din va karantînaya ku li Wêranşarê 2, li Eyyubiyeyê 1, li Bozovayê 1 û Bîrecîkê jî avahiyekî dihat tetbîqkirin xilas bû.