Li Şanlıurfayê 3 endamên DEAŞê hatin derdestkirin

Li Şanlıurfayê 3 endamên DEAŞê yên dixwestin derbasî Türkiyeyê bibin hatin derdestkirin

Li Şanlıurfayê 3 endamên DEAŞê hatin derdestkirin

 Li Ceylanpinara navçeya Şanlıurfayê 3 endamên DEAŞa rêxistina terorê yên hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Türkiyeyê bibin hatin derdestkirin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr tesbît kirin ku 3 terorîstên DEAŞê hewl didin ku bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî welêt bibin.

Terorîst hatin derdestkirin û di lêgerîna li serûgohên wan da 600 qiram teqemeniya plastîk, 2 funyeyên ceyranê, roleyek û kablo hat girtin.

Teqemenî bi kontrol hatin îmhekirin, 3 terorîst jî ji bo jêpirsînê birin navenda cendirmeyan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE