Li Şanliurfayê 43 mal hildan karantînayê

Li navenda bajêr û navçeyên wê testa Kovîd-19ê ya hin welatiyan pozîtîf derket.

Li Şanliurfayê 43 mal hildan karantînayê

Li Şanliurfayê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 43 mal hildan karantînayê.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li navenda bajêr û navçeyên wê testa Kovîd-19ê ya hin welatiyan pozîtîf derket.

Li ser vê Lijneya Hifza Siheta Bajêr di çarçoveya têkoşîna şewbê da hin biryar dan.

Di vê çarçoveyê da li Halîliyeyê 12, li Karakopruyê 23, li Akçakaleyê 3, li Eyubiyeyê 3 mal, li Ceylanpinar û Sirûcê her yekî malek hildan karantînayê.

Ji aliyê din va li bajêr karantînaya 24 malan jî kuta bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE