Li Şanliurfayê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 62 mal hildan karantînayê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li navenda bajêr û hin navçeyan testa Kovîd-19ê ya hin welatiyan pozîtîf derket.
Li ser vê Lijneya Hifza Siheta Bajêr di çarçoveya tevdîrên dijî şewbê da hin biryar dan.
Li gor vê li Akçakale, Sirûc û Heranê avahiyek, li Birecîk, Siwereg û Hîlvanê 2, li Ceylanpinarê 3, li Eyubiyeyê 8, li Karakopruyê 10, li Xeîliyeyê 11, li Wêranşehirê 21 avahî hildan karantînayê.
Ji aliyê din li bajêr karantînaya 117 avahiyan jî dawî bû.AA