Li Şanliurfayê ajotvanê wesayîta tevlî qezayê bû mir

Li gor agahiyên hat hildan wesayîta bi plakeya 02 FK 063an a ku ajotvanê wê Ugur Kuçukgergerlî bû di 54emîn kîlometreya li ser rêya Şanliurfa-Gazîentabê da ji kontrolê derket.

Li Şanliurfayê ajotvanê wesayîta tevlî qezayê bû mir

Di qezaya trafîkê ya li Sirûca navçeya Şanliurfayê qewimî da kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên hat hildan wesayîta bi plakeya 02 FK 063an a ku ajotvanê wê Ugur Kuçukgergerlî bû di 54emîn kîlometreya li ser rêya Şanliurfa-Gazîentabê da ji kontrolê derket.

Wesayît li kevirekî keviya rê xist û qelibî, şofêr û Harûn Maralê pê ra birîndar bûn. Ekîbên Servîsa Bilez a 112an a ku hatin cihê bûyerê herdu birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê.

Digel hemû mudaxaleyên li nexweşxaneyê şofêr Kuçukgergerlî bi ser xwe da nehat û mir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE