Li Şanliurfayê barîna berf û baranê heywandar kêfxweş kirin

Piştî barîna berf û baranê ya di meha rêbendan û sibatê da, bi zeriqandina tavê ra heywandaran pezê xwe berda çêrê. Bi hêşînbûna çêreyê va heywandar şûna ku di hundir da alif bikin, pez berdidin çêrê.

Li Şanliurfayê barîna berf û baranê heywandar kêfxweş kirin

Li Şanliurfayê ya ku yek ji navendên sereke yên heywandariya pez e, heywandar kêfxweş in ku di van mehên dawîn da berf û baran barî û her wiha hêvidar in ku îsal bibe saleke bi ber û bereket.

Piştî barîna berf û baranê ya di meha rêbendan û sibatê da, bi zeriqandina tavê ra heywandaran pezê xwe berda çêrê. Bi hêşînbûna çêreyê va heywandar şûna ku di hundir da alif bikin, pez berdidin çêrê.

Nebi Çiftçiyê ku li gundê Guzelkoyê yê navçeya Haliliyeyê heywandariyê dike, diyar kir, her sal ji ber kêmbûna berf û baranê, çêreya ku van deman hêşîn dibe, di demeke kurt da hişk dibe.

Çiftçi bal kişand ku piştî çend salan li herêmê berf barî û wiha dewam kir:

"Di serê rêbendan û sibatê da berf û baran barî. Em zehf kêfxweş bûn. Ev çend sal in ku ev qas berf nebarîbû. Înşelah dê bi kêrî axê were. Em hêvî dikin ku berf û baran dê bidome."

Îbrahim Koçê ku li Taxa Ulubagê heywandariyê dike jî diyar kir, bi barîna berf û baranê ya di mehên dawîn da hêviya wan çêbû, lêbelê ji bo ku çêre rind hêşîn bibe divê baran bidome û wiha got, "Înşelah di meha adar û nîsanê da baraneke rind dê bibare û rûyê me dê bikene."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE