Li Şanliurfayê çermê mar ê neqişkirî û pirtûkên olî yên curbecur ên wisa tê texmînkirin ji Serdema Navîn mane, hatin bidestxistin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirme ya Bajêr ji bo qaçaxçîtiya berhemên dîrokî ev du meh bû ku li ser kar bû û herî dawîn li Xelîliyeya navçeya navendî operasyon birin ser navnîşanekê.
Di kontrolkirina navnîşanê da çermekî marê pîtonê yê qasî 4 metreyî ku li serê neqş hebûn û tê texmînkirin malê Misrê ye û 5 pirtûkên olî yên ku ji Serdema Navîn mane hatin bidestxistin.
Ji ber bûyerê gumanbarek hat binçavkirin.AA