Li Şanliurfayê çalakiyên li qadên vekirî heta mehekê hatin qedexekirin

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku bi mebesta rêgiriya li hinek neyêniyan komelek rênima hatine danîn.

Li Şanliurfayê çalakiyên li qadên vekirî heta mehekê hatin qedexekirin

Li Şanliurfayê hemû cure çalakiyên qadên vekirî yên weke meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê û vekirina sitandan heta 30 rojan hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku bi mebesta rêgiriya li hinek neyêniyan komelek rênima hatine danîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Jibilî çalakiyên ku Walîtî û qaymeqamtî pesend bikin, hemû cure çalakiyên qadên vekirî yên weke meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, mitîng, çalakiya rûniştinê, vedana konan, belavkirina broşuran, daleqandina afîşan û vekirina sitandan ji 7ê tebax 2020an saet 00.01ê heta 5ê îlona 2020an saet 23.59an bi maweya 30 rojan li navenda wîlayetê û navçeyan hatin qedexekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE