Li Şanliurfayê cotkar ji ber şiliyê kêfxweş bûn

Îsal hişkahî zêde bû û cotkar bi barîna şiliya van rojê dawîn kêfxweş bûn û amadehiya reşandina tov dikin.

Li Şanliurfayê cotkar ji ber şiliyê kêfxweş bûn

Li Şanliurfaya ji navendên cotkariyê ya Tirkiyeyê cotkarên amadehiyên ajotina zeviyan dikin bi barîna şiliyê gelekî kêfxweş bûn.

Li bajarê 6 milyon û 394 hezar dagar zevî tên ajotin ji sedî 36ê nîskan, ji sedî 10ê genim, ji sedî 11ê cehê Tirkiyeyê tê çinîn. Ber bi dawiya meha cotmehê pembû, garis, îsot û bacanên sor tên komkirin û zevî ji bo ajotina teze tên amadekirin. Cotkarên zeviyên xwe paqij dikin paşê jî hêrg dikin ku ji bo ajotinê were amadekirin.

Îsal hişkahî zêde bû û cotkar bi barîna şiliya van rojê dawîn kêfxweş bûn û amadehiya reşandina tov dikin.

Prof. Dr. Alî Riza Ozturkmenê Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo cotkariya li Tirkiyeyê Şanliurfa navendeke girîng e.

Ozturkmen destnîşan kir ku wekî herêmên din îsa li Şanliurfayê jî hişkahî hebû û wiha pê da çû:

"Di dawiya cotmehê û serê mijdarê da şiliyê dest bi barînê kir. Sala par li Şanliurfayê 237 milîmêtro şilî barî. Li hin herêmên welêt şilî kêm barî li hin herêman jî zêde barî. Demal i welêt mêze dikin jî hişkahî zêde bû. Ev jî li ser cotkariya bajarê me tesîreke neyînî dihêle. Li zeviyên dêm yên cotkariya bê avê tê kirin ber û bereket gelekî kêm bû. Ya rastî li hin ciyan zevî qet nehatin çinîn. Şikir li herêmê şiliyê dest pê kir. Înşelah baranê bibare ber û bereketê zêde bibe. Li eraziyên avî pembû hat komkirin, garis hatin qetandin. Hêviya me ew e ku li Şanliurfayê qasî têrê şiliyê bibare. Lewra lazim dike ku zevî hêşin bibin. Texmîna me ew e ku di mijdarê da şiliyê zêde be."

- Pêşniyaza neşewitandina pirêzeyan

Prof. Dr. Ozturkmen diyar kir ku îsal dirûn û berhevkirina berhemên wekî pembû û gilgil temam bû û wiha dewam kir, "Li zeviyên çandiniya avî, serdemek temam bû. Di pembû û gilgil da cotkaran berhemên xwe rakirin. Zevî ji bo ajotina dexl, ji serdema nû ra tên amadekirin. Cotkarên me gava amadekariyên xwe dikin, bira pirêzeyan neşewitînin. Bira zeviyan rakin ku ev, tevî xweliyê bibe. Pey ra bira li benda baranê bisekinin. Bi vî awayî dema baran bibare, ax ava baranê çêtir hildiçine. Ev bermayiyên nebatan ên tevlî xweliyê bûne jî dê birizin û ji axê ra bibin mîna gubreyê. Em hêvî dikin ku îsal dê bibe saleke baş a avê."

- "Hişkesaliya par înşelah îsal jî nabe"

Mehmet Demirbaşê ku li Taxa Ogulbeyê 30 sal e cotkariyê dike jî diyar kir, piştî berhevkirina pembû, wî zeviya xwe ajot û ji serdema nû ra amade dike.

Demirbaş bal kişand, par ji ber kêmbûna baranê, cotkaran pir zehmetî kişand û wiha dewam kir, "Îsal şikir me pembû berhev kir. Me niha dest bi ajotina zeviya xwe kir. Em ji bo sezona nû amadekariyê dikin. Em li benda baranê ne. Înşelah dê nebe mîna par. Par hişkesalî bû. Gelek cotkarên me, berhemên xwe ranekirin. Înşelah dê nebe mîna par. Înşelah cotkarên em dê mîna par zehmetiyê nekişînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE