Li Şanliurfayê danîna tovê pembû dest pê kir

Li Şanliurfayê danîna tovê pembû dest pê kir

Li Şanliurfaya ku ji sedî 40ê pembûyê Tirkiyeyê lê tê hilberandin cotkaran dest bi danîna tovê pembû kir.

Li Şanliurfaya ku ji bona çandiniyê dereke girîng e bi hatina biharê ra cotkaran dest bi çandiniyê kir.


Li bajêr danîna pembûyê ku li herêmê jê ra dibêjin "zêrê sipî" dest pê kir. Pembû ji pîşesaziya cil û bergan bigre heya rûn û kuspeyê di gelek warên curbecur da tê emilandin.

Pembûyê ku tê danîn di meha Tebaxê da jî tê komkirin.

Hîndekarê Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Osman Çopur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Şanliurfayê danîna pembû dest pê kiriye.

Çopur destnîşan kir li Şanliurfayê ji sedî 40ê pembûyê Tirkiyeyê tê hilberandin û got ku divê cotkar di navbera 20ê Nîsanê û 20ê Gulanê da danîne pembû temam bikin.

Hîndekarê Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Osman Çopur got ku em hêvî dikin îsal gorî par wê pembû zêde bê çandin û pembû xweş çêbe. 

Ji cotkaran Halîl Aksoy jî diyar kir bi germbûna hewayê ra dest bi danîna pembû kirine û got ku em hêvî dikin îsal rewş baş be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE