Li Şanliurfayê di sê minîbusan da 101 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Şanliurfayê di sê minîbusan da 101 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Sîvereka navçeya Şanliurfayê 101 koçberên bêdestûr ên ku bi rêya dereqanûnî ketine welêt, hatin girtin.

Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Navçeya Sîverekê li ser agahiya ku wê koçberên bêdestûr ên ketine welêt derbasî bajarên rojavayê bikin, li ser rêya Sîverek û Diyarbekirê tevdîr hildan.

Ekîban 3 minîbusên ku hatin baregeha kontrolê dan sekinandin û ji wesayîtan ji Efxanistanê 86, ji Pakistanê 13 û ji Ozbekistanê 2 koçberên bêdestûr hatin girtin, şofêr hatin binçavkirin.

Li koçberên bêdestûr 480 lire cezayê îdarî hat birîn û ew şandin Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr.

Der heqê şofêran da ji "qaçaxcîtiya koçberiyê" lêpirsîna edlî dan destpêkirin.

Li gor tesbîtê koçberên bêdestûr li welatên xwe serê merivê hezar dolar dane hin kesan û paşê ji ser Îranê ra ketine welêt û ji bo ku herin Stenbolê jî bi rê ketine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE