Li Şanliurfayê di îstasyona sotemeniyê de teqîn

"Di daketina navçeya me de di Îstasyoneke sotemeniyê de teqîn çêbû...."

Li Şanliurfayê di îstasyona sotemeniyê de teqîn

Qaymeqamê Bozovaya Rihayê Zekeriya Goker diyar kir ku di îstasyoneke sotemeniyê ya li navenda navçeyê teqîn çêbû û got ku beriya şewata ku piştî teqînê derket hat girtin. 

Qaymeqam Goker daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de got ku di îstasyoneke sotemeniyê ya li navenda navçeyê ji ber belavbûna LPGyê teqîn çêbû û pişt re şewat derket.

Goker diyar kir ku şewat ket bin kontrolê û wiha axivî: "Di daketina navçeya me de di Îstasyoneke sotemeniyê de teqîn çêbû. Pişt re şewat derket. Me gelek ekîbên agirkujî û AFADê şandin cihê bûyerê. Di teqînê de tu mirî yan jî birîndarên me tunin. Beriya şewata ku piştî teqînê derket hat girtin. Xebatên sarkirinê yên ekîbên agirkujiyê didomin."

Li herêmê xebatên gelek ekîban didomin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE