Li Şanliurfayê dikanek şewitî

Li Şanliurfayê agir bi dikaneke amûrên înşaetan difroşe ket, piştî midaxeleya 6 saetan kişand şewat hat temirandin

Li Şanliurfayê dikanek şewitî

Li Şanliurfayê agir bi dikaneke amûrên înşaetan difroşe ket, piştî midaxeleya 6 saetan kişand şewat hat temirandin.

Li Taxa Sancaktarê ji ber sedemeke hê nayê zanîn agir bi dikaneke amûrên înşaetê difroşe ket. Ekîbên agirkujiyê û makîneyên AFAD, DSÎ û Karûbarên Daristanê midaxeleyî şewatê kirin.

Piştî midaxeleya ekîban a bi qasî 6 saetan dewam kir agir hat temirandin.

Xebatên sarkirinê yên ekîbên agirkujiyê hê dewam dikin.

Abdullah Erînê Waliyê Şanliurfayê, Veysel Tîpîogluyê Midûrê Ewlekariya Bajêr, Mîralay Mehmet Pehlîvanê Wekîlê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr, Mehmet Kuşê Şaredarê Eyubiyeyê li dewsa bûyerê xebatên temirnadinê ji nêz va teqîb kirin û piştî temirandina agir ji herêmê veqetiyan. 

Ji ber şewatê zirareke mezin li dikanê ket.

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE