Li Şanliurfayê dîwar hilweşiya:zarokek mir

Li Halîliyê navçeya Şanliurfayê zarokekî ku di bin dîwar de ma, mir.

Li Şanliurfayê dîwar hilweşiya:zarokek mir

Li Halîliyê navçeya Şanliurfayê zarokekî ku di bin dîwar de ma, mir. 

Li gor agahiyan Haşîm Yeşîlyaprakê 14 salî li taxa Gorcutepeyê xwest ji ser dîwarê bexçe derbasî aliyê dinê dibe.

Dema ku zarok xwest derbas bibe dîwar herifî û zarok jî di bin da ma. 

Zarok Yeşîlyaprak giran birîndar bû. Zarok ji hêla eqrebeyên wî va rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan. Lê midaxeleya li zarok hat kirin çare nekir û mir. 

Cinazeyê zarok piştî otopsiya li Saziya Tipê ya Edlî hat kirin teslimî malbata wî kirin. 

Dîroka nûkirinê: 29 Gulan 2019, 18:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE