Li Şanliurfayê di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de firinek û 11 avahî xistin karantînayê.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê testa Kovîd-19ê ya hinek welatiyên li navçeyên Eyubiye, Xelîliye, Karakopru, Sêwreg û Wêranşarê pozîtîf derketin.
Ji ber vê Lijneya Parastina Tendirustiyê ya Wîlayetê di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê de, firinek li navçeya navendî Eyubiyeyê, herwiha li her yek ji navçeyê Sêwreg, Wêranşar û Eyubiyeyê 3 avahî û li Karakopru û Xelîliyeyê heryek avahiyek bi giştî 11 avahî, bo maweya 14 rojan xistin bin karantînayê.
Ji aliyekî din ve karantînaya ku li 3 avahiyên li Xelîliye, Bêrecûk û Eyubiyeyê dihat cîbicîkirin, hat qedandin.