Li Şanliurfayê firotina zeytûnanên şîn dest pê kir. Li çarşî û bazarên Şanliurfayê kîloya van zeytûnan di navbera 6 û 7 lîreyan de diçe û tê. Welatiyên ku ji van zeytûnan hez dikin, berê xwe didin zeytûnfiroşan û ji xwe re bi kîloyan dikriin.
Her sal van çaxan li Şanliurfayê firotina zeytûnên şîn dest pê dike.
Zeytûnên organîk ku ji Îskenderûn, Nizîb, Dêrik û ji Gemlikê tên Şanliurfayê di demeke kurt de xilas dibin.
Welatî, him ji bo taştê him jî ji bo amadehiya zivistanê bi kiloyan zeytûnên şîn dikirin.
Esnaf dibêjin: “Bihayên zeytûnan îsal zêde nebûye. Ji bo wê jî firotina me zêde ye.”