Li Şanlıurfayê li ser hev fabrîkayên pêlavan vedibin û ev yek jî ji bo îstihdamê dibe derfet. Li Şanlıurfayê 7 fabrîkayên pêlavan hilberînê dikin û wê 6 hebên din jî bên vekirin. Pêlavên ku ciwan çêdikin tên firotin derwelêt.
Li Şanlıurfayê bi piştgiriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Projeya Herêma Pîşesaziyê ya Pêlavan ket faeliyetê.
Bi projeya 41 bêhnok 8 milyon lîreyî, bi temamî 7 hezar û 500 welatiyên Şanlıurfayê dê bibin xwedî kar û bar.
Li atolyeyan li gorî rêzikên şewbê keç û xort pêlavên cur bi cur çêdikin.
Ciwan bi riya ÎŞ-KÛR'ê li vir dibin xwedî kar.
Ev proje ji 2 qisman pêk tê, qismê duyemîn jî wê bi 6 fabrîkayan bikeve faeliyetê.