Li Şanliurfayê hilberîna îsotê dewam dike

Di daxuyaniya Şaredariyê da hat diyarkirin ku ji bo hilberîna îsota ji nîşaneyên bajêr Şaredariya Bajarê Mezin li Eqçeqeleyê çalakiya komkirina bîberê li dar xist.

Li Şanliurfayê hilberîna îsotê dewam dike

Li Şanliurfayê komkirina bîberên sor ên jê îsotê çêdikin dewam dike.

Di daxuyaniya Şaredariyê da hat diyarkirin ku ji bo hilberîna îsota ji nîşaneyên bajêr Şaredariya Bajarê Mezin li Eqçeqeleyê çalakiya komkirina bîberê li dar xist.

Zeynel Abîdîn Beyazgulê Şaredarê Bajarê Mezin di çalakiyê da bi pale û jinên herêmê ra bîber kom kir.

Beyazgul di çalakiyê da axivî û diyar kir ku tehma îsota bi ax, av û germahiya Şanliurfayê mezin dibe li ciyekî din wisa rind nabe.

Beyazgul destnîşan kir ku îsotan bi tovê kal û bavan diaşon û wiha axivî: "Li dinyayê ji îsto Urfayê tehmtir îsot tune. Wekî mayîn çîkê xêncî vê îsotê ji îsoteke nikarin çêbikin. Wekî ku Serokomarê me jî got dibê cotkar bihusteke erdê xwe vala nehêlin û biajon. Em tevkariyê didin îstixdamê. Dema li îstatîstikan mêze dikin dibînin ku îxracata îsotê ji sedî 46 zêde bûye. Tirkiyeyê ji vê îsotê gelekî hez kir naxwe dinya jî jê hez dike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE