Li Şanliurfayê ji bo 1200 malbatên feqîr alîkariya xurekê

Nûnerê Şanliurfayê yê ÎHHyê Behçet Atîlla daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya xebatên alîkariyê da wan di nav meheke dawîn da li 1200 malbatên feqîr, kal û pîr, mihtacî xayîkirinê, astengdar û êtîm alîkariya xurek, kinc û alavên paqijiyê belav kir.

Li Şanliurfayê ji bo 1200 malbatên feqîr alîkariya xurekê

Li Şanliurfayê Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însan (ÎHH) li 1200 feqîrên bajêr xurek, kinc û alavên paqijiyê belav kir.

Nûnerê Şanliurfayê yê ÎHHyê Behçet Atîlla daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya xebatên alîkariyê da wan di nav meheke dawîn da li 1200 malbatên feqîr, kal û pîr, mihtacî xayîkirinê, astengdar û êtîm alîkariya xurek, kinc û alavên paqijiyê belav kir.

Atîlla spasiya hemû xêrxwazên ku alîkarî da wan kir û wiha dewam kir: 

"Ji bo ku însanên me mexdûr nebin, çi ji destê me tê, em dikin. Înşeallah xebatên me yên alîkariyê wê heta dawiya remezanê jî dewam bikin. Heke em bikaribin di meha remezanê da temsiyek xurek û nanekî daynin ser sifreya birayên me yên feqîr, wê çiqas baş bibe. Înşeallah em di vê mehê da dîsa li benda alîkariya xêrxwazên me yên ku heta niha piştgirî dane, ne."

Atîlla diyar kir ku wan ji bo vîrusa koronayê dest bi çêkirina maskeyan jî kir û ew van maskeyan li sazî û malbatên feqîr bela dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE