Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê ji bo ajelên kêwî yên ku ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê zehmetiyê dikişînin, 2 ton û 140 kîlogram êm danîn çolê.
Ekîbên Rêveberiya Şaxa Şanliurfayê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî, ji bo ajelên kêwî yên ku ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê zehmetiya xwarinê dikişînin, destbikar bûn.
Ekîban bi taybet li quntara çiyayê Qerejdaxê ku herî zêde berf lê dibare, 2 ton û 140 kîlogram êm weke nefel, şînkayî û seqetat danîn wê deverê.
AA