Li Şanliurfayê Ji mizgeftê anonsa bo aşiyê

Li Şanliurfaya di kategoriya "Sor" da ji hoparlora mizgeftê banga "aşî bibin"

Li Şanliurfayê Ji mizgeftê anonsa bo aşiyê

Li Şanliurfayê ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di rêjeya aşîbûna herdu dozan a yên 18 salî û jê jortir da di rêza herî dawîn da ye, li taxên dervayî bajêr ji mizgeftan anons hat kirin da ku welatî aşî bibin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiya Parêzgehê, Midûrê Tenduristiya Parêzgehê Prof. Dr. Mehmet Gulum û ekîba pê ra çûn taxên Ozmuş, Gulaçan, Dergili, Sutveren, Saylakkaya, Gozeliyê û der heqê aşiyê da agahî dan welatiyan.

Di daxuyaniya ku cih dan axaftina Prof. Dr. Gulum da jî hat diyarkirin, Şanliurfa di rêjeya aşîbûnê da yekane parêzgeh e ku di kategoriya sor da ye.

Gulum bangî welatiyan kir ku aşî bibin û wiha dewam kir:

"Bi xebatên em dimeşînin, em plan dikin ku di nava çend rojan da ji kategoriya sor derkevin kategoriya tûtik. Ji bo vê yekê jî em pir dixebitin. Vê hefteyê jî em li navçeya me ya Xelfetiyê digel Midûrê Tenduristiya Navçeyê Îlhamî Şeker em taxên me yên ku rêjeya aşîbûnê nizim e, ziyaret dikin. Wekî hûn jî dibînin, ji texmîna me zêdetir eleqe heye. Welatiyên me yên pêvajoya aşîbûnê temam nekirine, aşî dibin. Em sipasiya mixtarê me dikin. Ji mizgeftê anons hat kirin ku welatî bên aşî bibin. Em ê aşiyên welatiyên me yên li gundan jî temam bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE