Li Şanliurfayê kelekela germê

Li Şanliurfaya di nav bajarên herî germ ên Tirkiyeyê da cî digre germahiya hewayê derkete 44 pileyî...

Li Şanliurfayê kelekela germê

Li Şanliurfaya di nav bajarên herî germ ên Tirkiyeyê da cî digre germahiya hewayê welatiyan di tengasiyê da dihêle.

Li Herêma Başûrê Rohilatê Anadoluyê germahiya hewayê gelekî zêde bû, li Şanliurfayê danê nîvro germahiya hewayê derkete 44 pileyî.

Welatî ji ber kelekela germê dernakevin derva. Hin welatiyên ku derketin derva jî li Wargeha Gola masiyan û parkan di binê siyê da xwe mihefeze kirin.

Zarokên li bajêr jî di hewzên şaredariyê yên bêpere da ketin avê ku hênik bibin. Hin zarokên li taxên dûr jî guh nedan xetereyê di kanalên avê da sobanî kirin.

Mustafa Atmacayê zarok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev çend roj in li bajêr hewa zehf germ e ji bo hênik bibin bi hevalên xwe ra ketin hewzê.

Sadik Karayê welatî jî diyar kir ku ji ber germahiyê tengasiyê dikişînin, di binê siyê da jî meriv nikare bisekine.

Dîroka nûkirinê: 26 Hezîran 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE