Li Şanliurfayê di çarçoveya rênimayên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de kolanek û 21 avahî xistin karantînayê.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li navenda wîlayetê û hinek navçeyên wî testa Kovîd-19ê ya hinek welatiyan pozîtîf derketiye.
Li ser vê Lijneya Parastina Tendirustiyê ya Wîlayetê diçarçoveya rênimayên dijî Kovîd-19ê de hinek biryar hatin sitendin.
Di vê çarçoveyê de li taxa Akçaorena navçeya Hîlvanê temamê kolana Geçîtagziyê xistin karantînayê.
Herwiha li Eyubiyeyê 4, li Xelîliyeyê 7, li Karakopruyê 6, li Wêranşarê 3 û li Sêweregê 1 bi giştî 21 avahî xistin karantînayê.
Ji aliyekî din ve karantînaya li ser 3 avahiyên li bajêr hat qedandin.AA