Li Şanliurfayê komkirina "îsotan" dewam dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo rakirina îsota ku yek ji nîşaneyên bajêr e, li navçeya Akçakaleyê çalakiya berhevkirina bîberan li dar xist.

Li Şanliurfayê komkirina "îsotan" dewam dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo rakirina îsota ku yek ji nîşaneyên bajêr e, li navçeya Akçakaleyê çalakiya berhevkirina bîberan li dar xist.

Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidîn Beyazgul beşdarî bernameyê bû û tevî jinên herêmê îsot kom kir. Di çalakiyê da maskotên ku kostumê wan ji "îsot"ê ne jî cih girtin. Îsotên ku di çalakiyê da hatin komkirin, bi destê jinan hatin paqijkirin.

Beyazgul ji rojnamegeran ra got ku berhemên xusûsî yên Şanliurfayê hene û Şanliurfa bi nirxên xwe yên çandî va xwediyê dewlemendiyeke mezin e.

Beyazgul daxuyand ku çandiniya bajêr bi GAPê geş bû û wiha dewam kir, "Çandinî cara ewil li ser van axan hatiye kirin û tovê genim ji van axan belayî dinyayê bûye. Deştên bibereket ên Şanliurfayê bi ava sar a Çemê Feratê geş dibe û ev deşt bi av û hewaya xwe ya xusûsî û bi axa xwe ya bibereket va qismekî girîng ê pêdiviya xidaya welatê me pêk tîne."

 Beyazgul diyar kir, li Şanliurfaya ku weke paytextê GAPê tê pênasekirin, li gor daneyên 2019an 113 hezar û 803 ton îsot kom kir û li Tirkiyeyê bû bajarê ku herî zêde îsot jê tê û wiha dewam kir, "Ji ber vê yekê wexta ku qala îsotê tê kirin, pêşiyê bajarê Şanliurfayê tê bîra meriv. Di meha îlon û cotmehê da hema bêje her malbat dikeve tatêla 'derxistina îsotan'."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE