Li Şanliurfayê ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mezrayek û 36 avahî hildan karantînayê.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li navend û navçeyan testa Kovîd-19ê ya hinek welatiyan pozîtîf derket.
Li ser vê Lijneya Parastina Tendirustiyê ya Wîlayetê di çarçoveya tevdîrên dijî Kovîd-19ê da hin biryarên nû dan.
Li gor biryarê li navçeya Eyyubiyeyê li Taxa Payamliyê mezraya Tilxirabeyê, li Xeîliyeyê 15, li Karakopruyê 8, li Eyyuniyeyê 6, li Sîweregê 2, li Sirûcê 3 û li Wêranşehirê jî 2 avahî wê 14 rojan di karantînayê da bimînin.
Ji hêla din taxek û 12 avahiyên ku berê hildabûn karantînayê ji ber ku êdî dema wan temam bû biryar hat betalkirin.AA