Li Sîvereka navçeya Şanliurfayê minîbusa rêwiyan wergeriya û ji heman malbatê 8 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku Bayram Huz diajot û plaqeya wê 35 DB 0878 e, li ser rêya Sîverek û Karacadagê di kîlomêtreya 10emîn da wergeriya.
Di qezayê da tevî şofêr Suleyman, Anuş, Mehmet, Muazzez, Halîl, Ayşe, Arif Huz birîndar bûn û ambulansê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîverekê.
Hat gotin ku malbat karkerên demsalî ne û ji şînê vedigeriyan navçeyê.
AA