Di operayona birin ser herêma şikeftan a li Eyubiyeya navçeya navend a Şanlıurfayê da 8 sîlahên bêrûsqet, hişbir û amûrên diziyê hatin girtin û 29 şikbar hatin binçavkirin.
Bi beşdariya ekîbên Midûriyeta Şaxa Herekata Taybet, Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk, Şaxa Esayîşê yên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr operasyon birin ser 13 navnîşanan û şikeftan.
Di operasyonê da rêyên diçin qada şikeftan hatin girtin û ekîb ketin şikeftan. Di van şikeftan da ciyên rûniştinê û pergalên xumarê hatin dîtin.
Di operasyona bi 200 polêsî va hat kirin da 3 debançe, 2 tivingên bi pompe, 3 debançeyên qesdîka, 180 fîşeng, 5 hecatên jêkirinê, 10 qiram eroîn, 22 qiram metamfetamîn, 63 hepên hişbirê, gelek amûrên diziyê, amûrên xumarê hatin girtin.
Karûbarên 29 şikbarên hatin binçavkirin li midûriyeta ewlekariyê dewam dike.
AA