Li Şanliurfayê operasyona dijî terorê: polêsek şehîd ket

Li gor daxuyaniya Walîtiya Şanliurfayê li taxa Dergîliya navçeya Xelfetiyê dijî endamên PKKyê operasyon hat kirin.

Li Şanliurfayê operasyona dijî terorê: polêsek şehîd ket

 Li Xalfetiya navçeya Şanliurfayê di operasyona dijî terorîstên PKKyî da alîkarekî komîser jiyana xwe ji dest da, 2 polês jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Şanliurfayê li taxa Dergîliya navçeya Xelfetiyê dijî endamên PKKyê operasyon hat kirin.

Di operasyona ku 2 terorîst hatin berterefkirin da wiha hat gotin: "Li taxa Dergîliya navçeya me Xelfetiyê di operasyona dijî endamên PKKya rêxistina terorê da pevçûn derket, du terorîst hatin berterefkirin. Di bûyerê da alîkarê me yê komîser ê ku lehengî û wêrekî nîşan da şehîd ket, du xebatkarên me yên ewlehiyê jî birîndar bûn. Birîndarên me di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şanliurfa Mehmet Akîf Înan da tên tedawîkirin. Rehma Xwedê li şehîdê me be, em sersaxiyê didin gelê xwe yê ezîz, ji bo birîndaran şifayê dixwazin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE