Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê otomobîlek qelibî û 5 jê zarok 7 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plaqeya 40 ER 735 ku şofêrê wê Orhan Gezer bû li ser rêya Sêwreg-Diyarbekirê qelibî û tevî şofêr Mustafa (10), Nazar (8) û Selma Gezer (7), Hulya (31) Îrfan Efe (2) û Remzî Canyavuz (1) birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê û ji birîndaran Selma û Nazar Gezera ku rewşa wan giran bû sewqî Şanliurfayê kirin.
Ekîbên îtfaiyeyê şewata ku di otomobîlê da derket temirandin.
AA