Li Şanlıurfayê otomobîlê teqle avêt: miriyek, 3 birîndar

Li Şanlıurfayê otomobîlê teqle avêt: miriyek, 3 birîndar

Li Halfetiya navçeya Şanlıurfayê, otomobîla ku serî ji ajokar sitand, teqle avêt. Di encamê da kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku ajokara wê Mukaddes Akyol (33) û plaqeya wê jî 42 BUM 80 ye, li 3yemîn kîlometreya rêbejaya Halfetî-Şanlıurfayê serî ji ajokar sitand û teqle avêt.

Di encamê da ajokar Akyolê li ciyê bûyerê mir, Davut Akyol (35), Bilal Mert Akyol (11) û Emir Akyol (5) ku birîndar bûn jî bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê li Halfetiyê hatin veguhestin.

Piştî midaxeleya li vê derê birîndar Emir Akyol rakirin Rihayê, Davut û Bilal Akyol jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê li Bîrecîkê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE