Li Şanlıurfayê pirtûk û berhemên dîrokî hatin bidestxistin

Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku bi kordînetiya Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê va Tîma Lêkolînên Sûcan a Fermandariya Cendirme ya Bajêr (JASAT) û ekîbên Şaxa Îstixbaratê li hemberî qaçaxçîtiyê dest bi xebatê kirin.

Li Şanlıurfayê pirtûk û berhemên dîrokî hatin bidestxistin

Li Şanlıurfayê di encama operasyonê da pirtûk û berhemên dîrokî hatin qefaltin.

Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku bi kordînetiya Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê va Tîma Lêkolînên Sûcan a Fermandariya Cendirme ya Bajêr (JASAT) û ekîbên Şaxa Îstixbaratê li hemberî qaçaxçîtiyê dest bi xebatê kirin.

Di encama xebata hat meşandin da hêzên ewlehiyê li navçeya navendî ya Halîliyeyê girtin ser navnîşana kesekî ku berhemên dîrokî yên di dest xwe da dixwest bi 500 hezar dolarî bifiroşe.

Di kontrola li navnîşanê hat kirin da nivîsareke berhema dîrokî ya li serê nivîsa zêravkirî hebû, pirtûkeke destnivîskî ya bi Îbranîkî, pirtûkeke olî ya ku wek Tewrat tê hesibandin û neqişkirî, perçeyên cam ên seramîk, matrûşkayeke li serê neqşên heywan hebû hatin qefaltin.

Gumanbar Î.E.Hyê ji Sûriyeyê ku hat binçavkirin jî bo muemeleyên fermî birin Fermandariya Cendirme ya Bajêr.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE