Li Şanliurfayê du wesayîtên karker tê da bûn li hev qelibîn, 18 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan mînîbusa şofêrê wê Bayram Boztaş ya ku plaqeya wê 51 KM 122 bû li ser rêya Şanliurfa-Gazîentabê li mînîbusa şofêrê wê Sînan Altinsulu ya ku plaqeya wê 63 S 6354 bû, qelibî.
Di qezayê da şofêrê her du minîbusan û 16 karker birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyan.AA