Li Sirûca navçeya Şanliurfayê du minîbus li hev qelibîn, li gor agahiyên ewil 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Minîbuseke xwendekaran dibe û tîne ya ku plaqeya wê 44 EG 340 û nasnameya şofêrê wê hê nediyar e li ser rêya Sirûc-Bîrecîkê li nêzîkî Taxa Yanalobayê li minîbûsa karkeren dibe û tîne ya ku plaqeya wê 37 BF 201 û nasnameya şofêrê wê hê nediyar e qelibî.
Li gor agahiyên ewil di qezayê da 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê.
AA