Li Şanliurfayê qeza: 2 mirî, 8 birîndar

Li Şanliurfayê qeza: 2 mirî, 8 birîndar

Li Xelfetiya Şanliurfayê duh du wesayît û motorsikletek li hev qelibûn ku ji 10 kesên di qezayê da birîndar bûbûn jê 2 kes mirin.

Mehmet Subaşi (23) û Mehmet Kiliçê (18) di qezayê da giran birîndar bûbûn ji Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê sewqî nexweşxaneya li Şanliurfayê hatin kirin, lê li hemberî hemû hewldanan ew di nexweşxaneyê da mirin.


Tedawiya Bariş Ugurlu (23), Omer (16), Seyît Firat (24) û Omer Faruk Sariçîçek (24), Serhat Baran Guven (21), Emrah Subaşi (27), Abdullah Gonultaş (24) û Muslum Polat (56) dewam dike.


Duh şev li Taxa Durakê wesayîta plaqeya wê 27 RY 835 û wesayîta plaqeya wê 27 AAL 708 li hev qelibûn, paşê motosîkleta plaqeya wê 63 LA 492jî li van wesayîtan qelibû. Di qezayê da 10 kes birîndar bûbûn û ew rakiribûn nexweşxaneyê.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE