Li Şanlıurfayê qeza: 3 mirî, 41 birîndar

Li Şanlıurfayê qeza: 3 mirî, 41 birîndar

Li Birecika navçeya Şanlıurfayê otobêseke rêwiyan û tirek li hev qelibîn, di qezayê da 3 kes mirin û 41 kes jî birîndar bûn.

Otobêsa rêwiyan a ku şofêrê wê Mehmet Cevat K. û plaqeya wê 06 AIM 10 bû li ser rêya Şanlıurfa-Gazîentabê di kîlomêtroya 75emîn da bi tira ku şofêrê wê Yunus A. û plaqeya wê 73 EA 424 qelibî.

Di qezayê da Ozgur Akbulut, Bariş Akbulut, Reşat Atlintak li cihê bûyerê mirin û 41 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan, ji ber qezayê trafîk bi awayekî kontrol dimeşe.

Hat ragihandin otobês ji Antalyayê diçû Diyarbakırê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE