Li Karakopruya navçeya Şanliurfayê du wesayît li hev qelibîn, di qezayê da 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan texsiya ku şofêrê wê Îbrahîm Halîl K. û plaqeya wê 63 T 0260 bû li ser rêya Şanliurfa-Diyarbekirê li kîlomêtroya 18emîn li wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar û plaqeya wê 33 DZY 42 bû qelibî.
Di qezayê da herdu şofêr û 3 kesên di hudirê wesayîtan da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Hat ragihandin rewşa şofêr Îbrahîm Halîl K. giran e.
AA