Li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê qezaya trafîkê çêbû û di qezayê da 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Qamyona ku pîleqeya wê 27 BK 073 ye û Ridvan E diajot li taxê Dutluceyê bi tirîmbêla ku pîleqeya wê 63 AAG 615 ye û Yusuf Asîl diajot li hev qelibîn.
Di qezayê da Yusuf Asilê şofêr, Mehmet, Naîle, Sîbel û Elîf Su Asîla yek salî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê Xelfetiyê.
Ji birîndaran Yusuf, Mehmet û Elîf Su Asîla pitik li nexweşxaneyê mirin.
Şofêr Ridvan E piştî qezayê reviya. Tîmên cendermeyê ji bo girtina şofêr dest bi xebatê kir.