Walîtiya Şanliurfayê ragihand ku yek ji herdu roketên ku tê nirxandin ji aliyê Sûriyeyê ve hatine avêtin, li serbanekî xaniyekî li Ceylanpinarê ketiye û 5 kes bi sivîkî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê seat derdora 21.00ê yek ji herdu roketên ku tê nirxandin ji aliyê Sûriyeyê ve hatine avêtin, li taxa Trugut Ozala Ceylanpinarê ketiye ser banê xaniyekî.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "5 welatiyên me bi sivîkî birîndar bûne, welatiyên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinarê tên dermankirin. Li derdora cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê hatin şidandin û derbarê bûyerê de lêpirsin hati destpêkiribn."