Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê ji bo meha remezanê her roj xurekê fitarê dide 6 hezar û 500 kesan.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, şaredarî bixwe di tesîsa xwe da xurekan kebab û xurekên kel çêdike, pakêt dike û digihîne ser sifreya feqîran.
Pêşda kal û pîr, astengdar û kesên ku nexweşiya wan a giran hebin, tên tesbîtkirin û xurekên wan dibin ber deriyê wan.
Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidîn Beyazgul diyar kir, ew yek û yek li deriyên feqîran didin û ji wan pêdiviyên wan dipirsin.
Beyazgul daxuyand, heta dawiya remezanê ew ê xurekê kel bibin malên 195 welatiyan.AA