Li Şanlıurfayê di navbera du malbatên eqrebe da şerê çekdarî derket, di şer da 5 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li Taxa Remzî di navbera du malbatên eqrebe da ji ber lihevnekirina erazî niqaş derket û demekê şûnda vegeriya şerê çekdarî.
Di şerê çekdarî yê li ser rêbejaya Şanlıurfa-Adıyamanê dewam kir da Mustafa A, Omer A. û Elîf A. li dewsa bûyer, Mehmet Emîn A. û Îbrahîm P. jî li nexweşxaneyê mirin. 2 kesên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.
Ekîbên cendirmeyan sewqî herêmê kirin, tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan, 3 kesên hat tesbîtkirin tevlî şer bûne jî hatin binçavkirin.
Ekîbên lêkolîna dewsa bûyerê jî li herêmê xebat dan destpêkirin. Ji ber şer rêbej ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Wekî mayîn Abdullah Erînê Waliyê Şanlıurfayê jî hat dewsa bûyerê û ji rayedaran agahî sitand.
AA