Li Sirûca navçeya Şanliurfayê di navbera kurapan da ji ber lihevnekirina erazî şer derket û di şer da merivek hat kuştin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, di navbera Mahmut O.yê li Taxa Yaziyê dijî û kurapê wî yê navê wî nayê zanîn da ji ber erazî niqaş derket.
Niqaş demekê şûnda vegeriya şer û kurapê wî gule berî Mahmut O. da.
Mahmut O.yê ekîbên Serwêsa Acil a 112ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê ligel hemû midaxeleyan mir.
Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê li taxê û nexweşxaneyê tevdîr hildan û ji bo girtina şikbarê ku revî xebat dan destpêkirin.AA