Li Şanlıurfayê minêbêsa serwêsa karkeran û otomobîl li hev qelibîn, 15 kes di qezayê da birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin minêbêsa bi plakaya 63 S 0562 a ku karkerên fabrîqeyê tê da bûn û Mustafa Uncu diajot di kîlomêtroya 10emîn a rêya Şanlıurfa-Gaziantepê dema dixwest bikeve îstasyona sotemeniyê bi otomobîla bi plakaya 06 LK 006 a ku Halîl Sariyildiz diajot û ji aliyê din ê rê dihat ra qelibî.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an 15 kesên di qezayê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.
Ekîbên polêsan li hawirdor tevdîrên ewlehiyê hildan û piştî lêkolînê wesayîtên qeza kirin hatin rakirin.
AA