Li Suruca navçeya Şanliurfayê agir bi 40 donim erdê çandî ket û mektebeke atil û 2 xaniyan jî zirar jê dît.
Li gorî agahiyan li taxa Yaylatepeyê ji ber sedemeke hê nediyar agir bi erdê genim û ceh lê çandî ket.
Agirê ku bi bandora ba mezin bû bi şewata pûş giyayê hişk belav bû û xwe avêt mekteba gund a kevin û xaniyên derdorê.
Li ser îxbara welatiyan ekîbên îtfaiyeyê gihiştin cihê bûyerê û bi alikariya welatiyan nêzîka seatekê de agir vemirandin.
Di agir de 40 donim erdê çandî şewitî û mektebeke atil û 2 xaniyan jî zirar jê dît.