Li Şanliurfayê tametêzên seraya şaredariyê

Li Şanliurfayê tametêzên seraya şaredariyê dê li welatiyên hewcedar bên belavkirin

Li Şanliurfayê tametêzên seraya şaredariyê

Tametêzên ku di seraya ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin hat avakirin da hatin hilberîn û komkirina ewil hat kirin dê biçin ser sifreyên malbatên hewcedar.

Di seraya ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin bi pergala avdana modern û panela tavê va hat avakirin da hilberîna sebzeyan dest pê kir.

Komkirina tametêzên goşî yên seraya ku tê da jin jî hatine îstixdamkirin, bi beşdariya Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Zeynel Abidin Beyazgul, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şanliurfayê Îbrahim Halil Peltek û Endama Lijneya Polîtîkayên Aboriyê ya Serokomariyê Zeynep Mujde Sakarê va bi merasimê va hat kirin.

Tê plankirin, tametêzên tên komkirin dê ji bo malbatên ku ji hêla şaredariyê pêş da hatine kifşkirin bên şandin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Zeynel Abidin Beyazgul ji rojnamegeran ra got, ew pir kêfxweş e ku wan ber û berhema veberhênana xwe wergirt.

Beyazgul bal kişand ku tametêz li ber deriyê wan dê ji welatiyan ra werin teslîmkirin û wiha got, "Wekî şaredarî me serayeke wiha ava kir. Di vê seraya ku me bi 40 ton hedefê va ava kir da em dinirxînin ku tametêzên tên hilberîn dê bigihîjin 50 tonî. Berî her tiştî ucreta xebatkarên me yên serayê dê bê dayîn. Yê mayîn jî em ê bi destê xwe bibin ber deriyê wan û radestî malbatên hewcedar û em ê bibêjin noşî can be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE